21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
Li El-Kufraya bajaroka li başûrê Libyayê di şerê ku di navbera eşîrên Et-Tabû û Ez-Zewiyayê da dewam dike da 10 kes mirin û 12 kes jî birîndar ketin.
Berdevkê Ewlekariya Kufrayê Mihemed Xelîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di şerê ku di navbera eşîrên Et-Tabû û Ez-Zewiyayê da dewam dike da yekê wan zarok 10 kes mirin û 12 kes jî birîndar ketin.
Li El-Kufraya bajaroka li başûrê Libyayê car caran di nevbera eşîrên Et-Tabû û Ez-Zewiyayê da pevçûn dedikevin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiya Lîbyayê, sibata sala par di şerê herdu eşîran da 136 kes mirbûn û gelek kes jî birîndar bibûn.