ÎSLAMABAD
Wezîrê Karen Derve yê DYAyê John Kerry di daxuyaniya ku da qanala Geo News a Pakistanê de got: "Li Misrê bi milyonan însan ditirsiyan ku dê welêt ber bi alozî û tundiyê ve biçe û ji artêşê xwestin ku mudaxaleyê vê rewşê bike."
Kerry bi lêv kir ku li gor lêkolînên wan "Artêşa Misrê ji bo ku welêt bi rê ve bibe, dest nedaye birêveberiyê û li wê derê hikumeteke sîvîl heye."
Kerry di çerçoveya serdana fermî ya 3 rojan de li paytext Îslamabada Pakistanê ye.