WASHINGTON
Alikarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Marîe Harf ragihand ku Wezareta Karên Derve biryarek da. Di talîmatê de hat gotin ku çend balyozxane û konsolosxaneyên Amerîkayê bila 4ê tebaxê roja duşemê neyên vekirin, an jî ew roj karên xwe nekin.
Harf, ragihand ku ji ber endîşeyên ewlehiyê biryareke wiha dane. Lê diyar nekir ku ev endîşe çi ne û ji ber çi ev fikar peyda bûne.
Harf, neda zanîn ku kîjan balyozxane û konsolosxaneyên Amerîkayê wê di 4ê tebaxê de bên girtin. Lê berpirsyarekî Wezareta Karên Derve diyar kir ku ji xwe ev balyozxane û konsolosxaneyên ku roja duşemê vekirîbûn wê bên girtin.