Ömer Koparan
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 03 Sibat 2022
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê ya bi fuzeyê êrîşî navenda Babê dikir xist.
Terorîstên YPG/PKKyî duh berêvarê bi fuzeyê êrîşî navenda Babê kirin û yekîneyên Artêşa 2yan a ANSyê bi bombebaranê bersiv dan kozikên rêxistinê.
Endamên ANSyê di ser kozikên YPG/PKKyê yên li Şelale, Neyrabiye û Til Enebê da roket barandin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî yên mixalif hatin sitandin, li aliyê rêxistinê gelek kuştî û birîndar hene.
YPG/PKKyê berêvarê bi roketan êrîşî navenda Babê kiribû di êrîşê da 9 sivîl hatibûn kuştin û 30 sivîl jî birîndar bibûn.