27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Di avahiya ku do hat îmhekirin da tevî rampeyên fuzeyê yên DAEŞa rêxistina terorê, 13 terorîst hatin kuştin û qederê 150 rokêtên katyuşayê jî hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê di avahiya ku hat xerakirin da 13 endamên rêxistinê hatin kuştin û 7 endamên rêxistinê jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku 150 rokêtên katyuşayê yên di avahiyê da hatin îmhekirin.
Li Duvaybîka ku 26 kîlomêtro dûrî Kilîsê û li bakurê Helebê jî 12 kîlomêtro dûrî sînor e, do bi obusan du rampeyên fuzeyê yên DAEŞê û nêzî rampeyan avahiyeke 3 qatî hatibû îmhekirin.
Hatibû destnîşankirin ku 11 endamên DAEŞê yên li texma rampeyan hatine kuştin.