Mustafa Deveci
23 Tebax 2024•Rojanekirin: 24 Tebax 2024
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeya ku di bin êrîşê da dihêle koça bi zorê weke çekeke sîstematîk bi kar tîne.
Li Xezeya ku nêzî 2,3 milyon kes lê dijîn, ji ber êrîş û gefên Îsraîlê koça bi darê zorê ya Filistîniyan bi dawî nabe.
Filistîniyên ku ji bo xwe ji êrîşan xilas bikin cih bi cih digerin, li Xezeya ku cihê ewle lê tune ye nizanin biçin ku derê.
Ji ber ku artêşa Îsraîl dixwaze şûnwarên ku îdia dike ku ew "ewle" ne, bên valakirin û heta êrîşan li wir jî pêk tîne.
Artêşa Îsraîlê di hefteya dawî da li Xezeyê 5 fermanên cuda yên bi navê "fermanên texliyeyê", beşek jê herêma "ewle", gelek dever dan valakirin.
Berdevkê Artêşê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşeyek nû parve kir.
Adraee xwest ku hin herêmên li başûrê Xezeyê ku di nav wan de bajarokê Benî Suheyla ya girêdayî Xan Yunus jî heye, bên valakirin.
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeya ku di bin êrîşê da dihêle koça bi zorê weke çekeke sîstematîk bi kar tîne.