Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku ji destpêka êrîşên li ser Xezeyê heta niha de 64 leşkerên Îsraîlê mirin û 400 jî birîndar bûn.
Li gor raporên Wezereta Tendurîstiyê yên ku Îsraîlê li televîzyona qanala 10an hat weşandin de, hê tedawiya 136 leşkeran li gelek nexweşxaneyan de didome.
Ji aliyê din Lîwayên Îzzeddîn el-Qassam ya hêza Xamasê jî destnîşan kir ku heta niha wan 131 leşkerên Îsraîlê kuştîne.
Îsraîlê di 7ê tîrmehê de ji hewa û ji behrê êrîşî Xezeyê kiribû. Di şeva 17ê tîrmehê de jî ji bejayê ve êrîş dabû destpêkirin.