Ahmet Aydın
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Ji ber ku Artêşa Îsraîlê rêya rojavayê Ramallaha girêdayî Şerieya Rojhilat a dagîrkirî, girt, bû sedema ku bi metreyan rêza wesayitan çêbibe.
Li gorî agahiyên ku şahidhalan hat sitendin, hêzên Îsraîlê li rojavayê Ramallahê rêya diçe gundan ji trafîkê re girt. Ji ber ku îzn nedan derbasbûnan, bû sedema ku rêza otomobîlan bi metreyan dirêj bibe.
Eskerên Îsraîlê girt ser dukanên gundên li rojavayê bajêr û li gundê Eyn Arikê dest danî ser wesayiteke bê plaqe.