Eskerên Îsraîlê li Nablûsa bajarê Şerîaya Rojavayê 40 filistînî binçav kir.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdia kir ku ew hemû kesên hatine binçavkirin endamên Hamasê ne û daxuyaniyê bi van hevokan dewam kir: "Îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn Bet bi alîkariya polês û eskeran di mehên borî de li bajarê Nablûs û derdora wê xaneya Hamasê derxist holê. Lîderên Hamasê li Nablûsê baregeh ava kirin û gelek hewl dan ku xebatên xwe yên terorî yên ser Şerîaya Rojava careke din bisepînin."
Hêzên Îsraîlê yên ku Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilatê dagir kirine her tim digirin ser şêniyên wê derê û her carê bi hincetekê filistîniyên li wê derê binçav dikin.
Li gor daneyên Wezareta Hêsîran a Filistînê di girtîgehên Îsraîlê de ji 6 hezar û 500î zêdetir filistînî girtî ne.