NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mun diyar kir ku ji ber xisara bagera Haiyanê ya li Filîpînê di nav fikarê de ne.
Berdevkê Sekreteriya Giştî ya NYyê daxuyanî da û diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban ji ber xisara bagera Haiyanê ya li Filîpînê ya ku 9 hezar 500 kes jê bandordar bûn, di nav fikarê de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Filîpînê Lîbran N. Cabactulan bi Sekreterê Giştî Ban re axiviye. NY dê alikariyê bide hikûmeta Filîpînê û dê piştgiriyê bide gel ku birînên xwe derman bike.
Hat diyarkirin, ji ber ku rê, pire û balafirgehan xisar dîtiye, ew nikarin bigihijin mirovan. Lê saziyên alikariyê ji hewayê xwarin, tiştên tenduristiyê, derman û konan belav dikin.
- UNICEF: "4 milyon zarok bandordar bûn"
Fona Alikariyê ya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku 4 milyon zarok ji bagerê bandordar bûn û divê demildest alîkariya wan bê kirin.
Di daxuyaniya UNICEFê de hat gotin, ji bo ku piştgiriya 3 hezar malbatan bê kirin û av, alavên tenduristiyê û paqijiyê bên belavkirin xebat tên kirin. Hat ragihandin, dema ku şert û merc pêkbên, alîkarî dê li herêma Taclobanê bê belavkirin.
Nûnerê Filîpînê yê UNICEFê Tomoo Hozumî jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku herî zêde zarok ji bobelatê bandordar bûn û bi lez dikin ku tiştên acîl bigîhînin zarokan.
Serokê Amerîkayê Barack Obama jî diyar kir ku ew û hevjîna wî ji ber bagera Filîpînê pir xemgîn in. Balafireke Amerîkayê jî ji paytextê Manîlaya Filîpînê rabû ku here herêma afatê.
Ji hêla din li Vîetnamê jî mirov ji bagera Haiyanê bandordar bûn.