MANÎLA
Hat eşkerekirin ku hejmara miriyên bagera Filipînê zêde bû û di bagerê de 2 hezar û 357 kes mirin.
Li gor agahiyan ji ber bagerê 3 hezar û 853 kes birîndar in û 77 kes jî winda bûne. Bagerê li seranserê welêt li 43 herêman zirar daye 8 milyon kesî.
Ji ber bagera Haiyanê 534 hezar û 340 kes ji mal û cihên xwe bûn.
Hat diyarkirin ku Saziya Xurek a Dinyayê ya NYê li herêma Taclobanê alîkariya birinc û tiştên din da 50 hezar kesî û 10 ton biskûvî hat belavkirin.