DİYALA
Hat ragihandin ku bajaroka Sadiyê ya li ser bajarê Diyalayê ji destê rêxistina terorê ya DÎŞIyê hat xilaskirin.
General Abdulemir Zeydî derbarê operasyonê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Polêsên Iraqê, hêzên şiî û hêzên artêşê ji başûrê rojava ve pêşmergeyan jî ji aliyê rojhilat ve bajarokê dorpêç kir. Pêşî bajarokê bombebaran kirin. Piştre jî ji 3 aliyan ve êrîş birin ser bajarokê û bajarokê bi temamî ji destê DÎŞIyê sitandin."
Fermandarê Pêşmergeyan ê herêma Germiyanê Albay Ahmet Latîf jî daxuyanî da û diyar kir ku wan kontrola bajaroka Sadiyeyê bi dest xist û di operasyonê de ji artêşê tu kes nemir û birîndar jî nebû.
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bahtiyar got ku "Herêma Celevla û Sadiyeyê ji bo DÎŞIyê zehf girîng in. Ji ber ku kontrola van her du bajarokan ji destê DÎŞIyê derket dê DÎŞI li bajarê Diyalayê bêhêz bibe."
-Niştecihên herêmê kêf kir
Piştî ku milîtanên DÎŞIyê ji herêmê vekişiyan niştecihên herêmê gule berdan hewayê û kêf kir. Herwiha melayên herêmê jî di mizgeftan de ji bo pêşmerge û hêzên artêşê dia kirin.
Di vê navberê de hat ragihandin ku li herêmê şer û pevçûn hêj berdewam dikin.
Piştî ku DÎŞIyê bajaroka Celevla û Sadiyeyê dagir kiribû Kurd, Tirkmen û Şiiyên li herêmê dijiyan ji herêmê koç kiribûn. Li bajarokê tenê Erebên Sunî mabûn.
Di encama operasyonên ku artêşa Iraqê, pêşmerge û hêzên koalîsyonê yên ku DYA serkêşiya wan dike de, bajaroka Celevla ya ku 14 kîlomêtro dûrî Sadiyeyê ye îro ji destê DÎŞIyê hatibû xilaskirin.