DIYALA
Hat ragihandin ku Celevlaya bajaroka Diyalayê ji destê DÎŞIya rêxistina terorê hat stendin.
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ku operasyonên herêmê dişopîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku bajaroka Celevlayê bi temamî ket destê pêşmergeyan.
Bextiyar got ku serê sibê operasyonan dest pê kir û pevçûnên tundî derketin û wiha axivî: "Operasyona ku pêşmerge, Lîwayên Bedîrê, yekîneyên artêşa Iraqê, hêzên koalîsyon û DYAyê li hemberî DÎŞIyê birêve dibin, biserket. Celavla niha ji destê rêxistinê hat xelaskirin. Niha hemû herêm di bin kontrola pêşmergeyên me de ye. Di operasyonên ku ji çend hêlan hatin kirin de me zirareke mezin da terorîstan. Celavle bi temamî ket destê pêşmergeyan. Ji bo xelaskirina Sadiyeyê jî em pêşve diçin. Komeke ku ji bo me bitalûkebe êdî nema. Pêşmerge, Lîwayên Bedîrê û yekîneyên artêşa Iraqê ji bo xelaskirina navçe û nahiyeyên din ên Diyalayê ji destê DÎŞIyê xelas bikin bi rêxiistinê re şer dikin."
-"14 cangoriyê me hene"
Bextiyar der heqê pêşmergeyên candorî de jî agahî da û wiha got: "14 cangoriyê me henin. Pêşmergeyên me bi canê xwe welatê xwe azad kirin. Gelek jî birîndarên me hene. Ji komên terorîst zêdetir kes hatin kuştin. Terorîstan herêmê terk kir û reviyan."
-"Yekîne ber bi Sadiyeyê ve diçin"
Endamê Polîtburoya YNKê Bextiyar da zanîn ku pêşmerge li Celavleyê bi ser ketin û ji bo rizgarkirina es-Sadiyeyê niha hewl didin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma Germiyanê mehmût Sengavî jî diyar kir ku Celavla bi temamî ji DÎŞIyê hat rizgarkirin û wiha pêde çû: "DÎŞIyê nikaribû li ber xwe bide. Qeweta wan nema. Hêzên pêşmergeyan serfiraziyeke mezin bidestxistin."
Di vê navberê de hat ragihandin ji pêşmerge û Lîvayên Bedîrê 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 49 pêşmerge rakirin nexweşxaneyên li Silêmaniye û Kelarê.
Li Celavlaya ji DÎŞIyê hat rizgarkirin cihên ku mayin lê hatine bi cih kirin jî tên paqijkirin.