ÎSTANBUL
Çekên ku Fermandeyiya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi sedema têkoşîna li dijî DEAŞê dan rêxistina terorî PYD/PKKê, ji aliyê rêxistina terorî ve li 13 embarên sereke yên li herêmên dagirkirî vedişêre. Belavkirina çekan li ser endamên rêxistina terorî ji van embaran tê kirin.
Peyamnêrên AAyê bi agahiyên ku ji çavkaniyên piştrast û vekirî û serçaveyên herêmî yên li herêmên di bin dagirkeriya PYD/PKKê de bi dest xistin, embarên çekan û guzergahên sewqiyatê yên ku rêxistina terorî li bakurê Sûriyê ji xwe re çêkirine diyar kirin.
Li gor van agahiyan PYD/PKK, ji nîsana 2016an vir ve ji deriyê Sêmalka yê navbera Sûriye-Iraqê û binkeyên Xerab Işqa rojhilatê Helebê û Rimêlanê ya li Hesekê ava kirin arîkariyên eskerî yên CENTCOMê werdigire.
Rêxistin, çekên giran, zirxpoşên şer ê li hemberî mayinê naşikên, muhîmmat, çekên sivik, sotemenî û konteynirên prefabrîk ên bi mebesta eskerî tên bikaranîn ku ji deriyê Sêmalka yê Herêma Kurdistana Iraqê digihên wê neqlî embaran dike.
- Du guzergahên ku diçin embarên li Hesekê
Çek û muhîmmatên ku bi rêya bejahî û esmanî ve dikevin Hesekê ji du guzergahan ve digihên rêxistina terorî.
Çekên giran ên bi rêya bejahî tên, zirxpoş û tankêrên sotemeniyê li nuqteyên derdora Çemê Feratê belav dibin.
Çekên ji Hewlêrê bi rêya esmanî dadikevin binkeya Rimêlanê jî li 3 embarên Hesekeyê; Dirbêsiye, Tel Beyder û Dêrikê tên bicihkirin.
Çekên curbecur, muhîmmat û wesayitên eskerî yên ku bi rêya bejahî neqlî herêmên di kontrola PYD/PKKê de dibin jî, bi wasiteya rêya sereke ya jimare 6 û rêya yekser M4ê ku ji Sêmalka diçe Helebê digihên embarên sereke yên li Xerab Işq û Çelebiyeya li bakurê rojhilatê wê.
Ev herdu embar, di heman demê de wek embarên herî mezin ên rêxistina terorî li herêmê tên zanîn.
Çek û muhîmmatên digihên bingeya esmanî ya Amerîkayê ku par li navçeya Sirrîna li kêleka Çemê Feratê hat avakirin, ji aliyê rêxistina terorî ve bo embarên Xerab Işq û Çelebiyeyê tên belavkirin.
Çekên di ser Sirrînê re bi rêya esmanî û di ser Sêmalkayê re jî bi rêya bejahî ve neqlî 2 nuqteyên sereke dibin, li embarên curbecur ên li Kobanê, Girê Spî û Sulukê tên belavkirin.
- Li Efrînê îmalatxaneyên muhîmmatan û embar
Li navçeya Efrîna Helebê ya ku dikeve hemberê Hatayê li sînorê Tirkiye-Sûriyê, li îmalatxaneyên aîdî rêxistina terorî hawin û fîşek û kargehên rijîna hesin jî gulleyên topê tên çêkirin.
Tirên ticarî yên ku ji qada di kontrola rejima Beşşar Esed de ji Heseka rojhilatê welat dikevin rê bo îmalatxaneyên Efrînê maddeya xav bar dikin.
Tir, maddeyên agirîn, pola û hesinê ji bo muhîmmatê guncan bar dikin. Hin muhîmmata tê çêkirin li navçeyê tê veşartin û qismek jî bo qadên din ên di bin dagirkeriya terorê de tên şandin.
- Dêra Zor tê pirçekkirin
CENTCOM bi sedema têkoşîna li dijî DEAŞê li Dêra Zor a ku di sînorê Sûriye-Iraqê de ye jî rêxistina terorî PYD/PKKê pirçek dike
Rêxistina terorî, çekan bi rêya bejahî teslîm digire.
Sewqiyata ji deriyê Sêmalka yê li sînorê Sûriye-Iraqê tê kirin, li du nîştecihên cuda yên li beldeya El Hola Şedadiya başûrê Hesekê û Herêma 47emîn tê embarkirin.
- Binkeyên Amerîkayê jî embara çekan in
Rêxistinên ewlehiyê yên Amerîkayê, ji derveyî arîkariya eskerî bi 2 hezar eskerî ve jî li 10 nuqteyan digel rêxistina terorî hevkariyeke çalak dike.
Binkeyên li ser rêya sereke M4ê ku ji sînorê Iraqê heta Helebê dirêj dibe jî di nav nuqteyan de ne ku ji wir çek bo PYD/PKKê diçin.
Li malên hêzên CENTCOMê yên bi rêya binkeya esmanî ya Rimêlanê li bakurê Sûriyê Tel Beyder, Xerab Işq, Kobanê Girê Spî, Sirrîn, Şedadî û Cibsê bicih bûne jî ji bo rêxistinê çek tên embarkirin. Li van nuqteyan hem ji bo hêzen Emrîkayê hem jî ji bo rêxistinê sîlah tên sewqkirin.
Eskerên CENTCOMê li navçeya Eyn Îsa ya bakurê Reqayê bicih bûne û pisporên wê jî perwerdeya roketavêja pirlûle, topavêjî û moşekê didin.
- Bikar neanîn lê embar kirin
Rêxistinê bi sedema mucadeleya li dijî DEAŞê piraniya çekan embar kir û wan vedişêre
Li gor agahiyên ku peyamnêrên AAyê wergirtin, arîkariyên nehatine emilandin, li Xerab Işqa 21 kîlometre nêzîkî Tirkiyê tên veşartin.
Di nav çêk û wesayitên bo PYD/PKKê hatine şandin de roketavêjên pirlûle, rampeyên moşekan, hawinên 80 û 120 mm, bombeavêja MK19, tivingên piyade yên M4 Cabrine û M16, moşekên dijetank ên BGM-71 û TOW ku malê Amerîkayê ne, wesayitên eskerî bi curê Humwee, barhilgirên personel ên zirxpoş Cougar, wesayitên çavdêriyê yên bêmirov hene. Herwiha moşekên Dijetank FGM-148 Javelin ku Tirkiyê gelek caran daxwaz kir lê Amerîkayê nefirot jî hene.