Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ABUJA
Boko Herama rêxistina terorê li Nîjeryayê êrîşî gundekî kir û herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên di çapemeniya neteweyî cih girtin da hat gotin ku di êrîşa li ser gundekî herêma Madagaliya bakurê rojhilatê Eyaleta Adamawayê da herî kêm 5 kes mirin.
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Madagaliyê Yûsif Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Terorsîtan piştî ku mirov û heywan kuştin paşê jî agir berî gund dan. Lê heta niha nayê zanîn ku çend kes hatine kuştin."
Di êrîşên Boko Heramê ya ku hefteya borîda jî bi dehan kes hatibûn kuştin.