15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
WASHINGTON
Balafirên şer ên Amerîka û Rûsyayê li Sûriyeyê rastî hev hatin û bi awayekî talûke nêzî hev bûn. Piştî vê bûyerê her du welat ji bo ku careke din bûyerên wiha dernekevin wê li hev bikin. Hat ragihandin ku hindik maye ku li hev bikin.
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê, rayedarên rêvebiriya Washingtonê daxuyandin ku hindik maye her du alî di vê mijarê da li hev bikin. Nehat gotin ku metna lihevkirinê wê kengê temam bibe, lê hat gotin ku ev nêz e.
Hat gotin ku ne tenê balafirên Amerîkayê, balafirên hemû welatên tevî koalîsyona ku Amerîka pêşengtiya wan dike, di nav lihevkirinê da ne.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê heftêya çûyî daxuyanî da û got ku balafirên şer ên her du welatan li ser Sûriyeyê nêzî hev bûne. Li ser vê rayedarên rûs û amerîkayî ji bo ku encamên xerab dernekevin û qeza çênebin, sê caran hevdîtin kirine.