15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
QUDIS
Li gorî radyoya dewleta Îsraîlê artêşê qebûl kir ji bo ku filistînî derbasî cihên cihûyan nebin projeya li seranserê sinorê Xezeyê "dîwarê navbirê" ku wê 65 kîlometre dirêj be were çêkin.
Li gorî xeberê ji bo ku filistînî ji dîwar derbas nebin dê pergalên teknolojîk bê bikaranîn. Hat ragihandin ku piştî ku filistînî ji sinor derbas bûn biryareke wiha hat dayîn. Li gorî îfadeya duyemîn jî dîwarê navbirê yê ku dest bi çêkirina wê hat kirin têkiliya di navbera Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava dibire.
- Netenyahû Ebas sûcdar kir
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netenyahû ji ber axaftina Mehmûd Ebbas a duh êvarê hat weşandin sûcdar kir. Netenyahû di daxuyaniyê de got: "Îsraîl rewşa li Mescida Eqsayê mihafaza dike lê Ebû Mazin (Ebas) dîn bi kar tîne û gelê Filistînê û Îsraîlê bera hev dide. Axaftinên Ebas jî dibe sedema çalakiyên terorê.