Fatih Gazioğlu
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
ANKARA
Welîd Bin Abdul Kerîm El Khereîjiyê Khereîjiyê Balyozê Erebîstana Siûdî yê li Enqereyê serdana Ajansa Anadolûyê (AA) kir.
Balyoz Khereîjî ji aliyê Şenol Kazanciyê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê, Metîn Mutanogluyê Arîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AAyê va hat pêşwazî kirin.
Khereîjî der barê têkiliyên Erebistan Siûdî û Tirkiyeyê de agahî da rayedarên AAyê.
Di ziyaretê de behsa hevkarî û têkiliyên ajansên nûçeyan yên her du welatan jî hatin kirin û mijar nirxandin.
Rayedarên AAyê jî der barê xebat û teşkîlatbûna ajansê ya navneteweyî de agahî dan balyozê.