17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
VİYANA
Awusturya hincetan derdixe û nahêle xwepêşandanên ji bo derbeya dijî Civaka Tirkî bên lidarxistin û di heman demê da li hember çalakiyên derqanûniyên PKKya rêxistina terorê bêdeng e.
Hikûmeta Awusturyayê himbêza xwe ji PKKê ra vedike û îznê dide ku terorîstên PKKyî li ber deriyê Serokwezîrtî û Serokomariyê konan vedin. Hewadarên PKKê herî dawî girtin ser ORFya televizyona dewletê û mîna derbekaran xwestin ku danezanê bidin xwendin. PKKyiyên ku li ber dewriyê televizyonê xwepêşandanan li dar dixin di serî da xwestin serekterorîst Abdullah Ocalan serbest bê berdan û piştra jî ewlehî qulibandin û ketin nava avahiyê da. Koma ku kete hundirû xwest ku bi nûçeyan ra danezan bê xwendin. Piştra jî polêsan midaxele kir, lê ji dêvla ku kesên di nava komê da binçav bike ew tenê ji avahiyê dûr xistin.
Sempatîzanên PKKê roja yekşema borî li Vienayê meşek li dar xistin û bûn sedema tirsa "êrîşa terorê". Koma ku li dijî Tirkiyeyê druşim xwend êrîşê komekê ku bertek nîşanî wan da, kir. Medyaya Awusturyayê fatoreya vê bûyera ku PKKê kir, ji misilmanên wî welatî ra birî. Medyayê ew pevçûn bi serenava "Em di şer da ne: diruşmên Allahû Ekber bûn sedema îzdîhamê" belav kir.
- Êrîşa dijî nivîsgeh û komeleyekê
Sempatîzanên PKKê meha borî girtin ser Nivîsgeha Danasîna Çand û Geştiyariyê ya girêdayî Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Vienayê. Sempatîzaneke PKKê ku weke tûrîst hat nivîsgehê derî vekir 10 sempatîzanê PKKê ketin nava ofîsê da û zirar dan belavokên derbarê tûrîzma Tirkiyeyê. Komê ji pencera nivîsgehê propagandaya rêxistina terorê kir û berî ku polês bên reviyan. Terorîst hê jî nehatine girtin.
Herwiha li bajarê Welsa girêdayê eyalata Awuturyaya Jorîn jî li dijî Komeleya Çand û Werzişê ya Avrasyayê bi mokotofan êrîş hat lidarxistin. Di êrîşê da cama komelê şikest, 2 kesên ku hatin girtin jî sempatîzanên PKKê derketin.