HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Ehmed Çelebî hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê hevdîtin li Selaheddînê li qesra Barzanî pêk hat û di hevdîtinê de li ser dagirkirina Mûsilê ya bi destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û qeyrana li welêt sekinîn.
Barzanî û Çelebî bal kişand ser çareserkirina qeyrana leşkerî û siyasî. Barzanî û Çelebî di heman fikrê de ne ku pêvajo li gor destûra bingehîn bimeşe.
Barzanî û Çelebî destnîşan kirin ku divê hemû terefên siyasî li dijî terorê di nav têkiliyan de bin û daxwazên meşrû yên terefên etnîk û dînî jî pêk werin.