MELBOÛRNE
Awistralyayê li ser xetereya dagirkirina endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji bo ku bolyozxaneya xwe biparêze leşker şand Bexdayê.
Berdevkiya Wezareta Parastina Awistralyayê daxuyanî da û hat diyarkirin ku leşkerên şandine Bexdayê dê ji bo ewlehiya balyozxaneyê hewl bidin. Di daxuyaniyê de der heqê jimara leşkeran de tu agahî nehat dayîn.
Serokwezîrê Awistralyayê Tony Abbott di axaftina xwe ya ku li parlementoya Federalê de wiha got: "Hikûmet ji bo ewlehî û parastina welatiyên me yên li Bexdayê hewl dide. Dema ku hewce bike ji bo wan bibin cihekî ewle lazim e ku em bikaribin wan ji wê derê derxin û bibin cihekî çêtir."
Hat diyarkirin ku leşkerên Awistralyayê 8 salan li Iraqê wezîfe kirin û 6 meh berê ji wê derê veqetiyan lê niha ji bo parastina balyozxaneyê yekîneyeke leşkerên Awistralyayê careke din vegeriya Iraqê.