HEWLÊR
Serokê Herêma kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî da zanîn ku heke li Iraqê piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê, vê li gor prensîba hevpariyê bi kar bînin û li gor wê tevbigerin dê hêviya bi hev re jiyanê çêbe.
Barzanî di avahiya xwe ya li navçeya Selahaddînê balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên Bexdayê re hevdîtin kir. Li gor daxuıyaniya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn Barzanî bi spasiya welatên YEyê yên ku ji bo hilbijartinên 30yê adarê çavdêr şandin, dest bi axaftina xwe kir.
Barzanî pişt re ji mêvanên xwe re qala rewşa siyasî ya Iraqê kir û bi bîr xist piştî ku rejima baasê hilweşiya kurdan biryar da ku bibin parçeyekî welêt û ev nirxandina kir:
"Me bi hêviya ku hemû alî bikaribin maf û rayeyên xwe bi kar bînin ev yek kir. Me biryar da ku em li ser bingeha hevpariyê bi hev re bijîn. Lê belê ez bi xemginî diyar dikim ku rîayetî vê prensîba destûra bingehîn nekirin. Kurd divê li Iraqê bibin hevpar. Divê fikra tu kesî ji bo serdestî û avakirina hakimiyetê tunebe. Kêmnetewetî, piranitî tuneye."
Barzanî da zanîn kurd dixwazin ku bibin parçeyekî Iraqê û hikûmeta ku dê nû bê avakirin, herwiha destnîşan kir û got ku "Heke li Iraqê piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê, vê li gor prensîba hevpariyê bi kar bînin û li gor wê tevbigerin dê hêviya bi hev re jiyanê çêbe."
Barzanî der barê tevlîbûna kurdan a li ser hikûmeta nû ya ku dê li Bexdayê bê avakirin de diyar kir ku hin şertên wan hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dixwazin ku hevparî di wateya rastîn de bê qebûlkirin. Destûra bingehîn bê tetbîqkirin. Divê welatiyên Iraqê jî ji bo tetbîqkirina madeya 140emîn hewl bidin. Divê artêş li ser xîmên neteweyî bê avakirin. Divê pirsgirêka pêşmergeyan bê çareserkirin. Divê qanûna neft û gaza Iraqê bê tesdîqkirin. Divê serjimara giştî bê jimartin. Divê tayînkirinên derveyî destûra bingehîn bên betalkirin."
Mesûd Barzanî der barê hilbijartinên Serokomariyê yên Iraqê de qal kir ku di bidestxistina meqama Serokomariyê de bi israr in û got "Ji ber ku em wisa difikirin ku serokomarî mafekî kurdan e."