DOHA
Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê revandina xwendekarên qîz şermezar kirin. Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê der barê revandina qîzan de daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsif el- Karadavî û Sekreterê Giştî Elî el-Karadag hat weşandin de, der barê revandina ji 200î zêdetir qîzên dibistana navîn a li gundê Chîboka li ser eyaleta Bornoyê de wiha hat gotin "Vê bûyera ku hizûra civakê xirab kir, ji hêla dîn ve heram e û li gor zagonan jî sûc e."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê jî keçên ku revandine bernedane, ev çalakiyeke nebaş e û hat gotin ku hin misilman ji ruhê îslamê dûr ketine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Em vî sûcî şermezar dikin, lewra ji ber vê girê xwe ji misilmanan dikin û zirarê didin îslamê, ev sûc li dijî mirovatiyê hatiye kirin û nayê qebûlkirin."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di demeke kurt de kiryarên bûyerên derxin holê û bangî rêxistina Boko Haramê kirin da ku "vegerin li ser rêya Qur'an û sinetê, li gor rêzikên şerîetê tevbigerin û di demeke kurt de qîzên ku revandine serbest berdin, herwiha sivîl û bi taybetî jî jinan dûrî hesabê xwe yên siyasî bigrin."
Hin kesên çekdar ji dibistana navîn a li gundê Chîboka li ser eyaleta Bornoyê di 14ê nîsanê de xwendekarên qîz revandibûn. Der barê hejmara qîzên ku revandine de nakokî hene. Lewra berpirsiyarên herêmî gotibûn 129 qîz, hin malbatan jî gotibûn 234 xwendekarên qîz hatine revandin. Berpirsiyariya êrîşê rêxistina Boko Haramê hildabû ser xwe.