Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Hewlêrê ligel nûnerên partiyên siyasî kom bû.
Civîn li avahiya fermî ya Barzanî ya li Hewlêrê pêk hat û rêvebirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî û Partiya Civaka Îslamî di civînê de amade bûn.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya serokatiya HKIyê Barzanî ligel nûnerên partiyên siyasî biryar stend ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de û di têkiliyên bi hikûmeta Bexdayê re de bi yekdengî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de ev biryar hatin stendin:
"Dê kêşeya îxrackirina neftê û parvekirina budçeyê were çareserkirin. Bexdayê di çarçoveya peymana ku 2yê berfanbarê de hat îmzekirin dê para herêma Kurdan a ji budçeyê bişîne. Hemû partiyên siyasî yên li herêma Kurdistanê wê bibin yekdeng û dê Bexdayê ji vî re mecbûr bikin. Ji bo ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de zêdetir piştgiriya navneteweyî were temînkirin dê hewlên dîplomatîk bên zêdekirin. Ji bo Pêşmerge dê alîkariya çek û lojîstîk were temînkirin."