ANKARA
Çavkaniyên Serokwezîriyê ji bo nûçeyên der heqê îstifaya Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan û Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Erdem Başçi da daxuyanî da. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em van îdiayan red dikin û derew in. Îdia ji ku derdikevin em nizanim."
Çavkaniyên Serokwezîriyê van nûçe û îdiayê red kirin û wiha hat gotin: "Em van îdiayan red dikin û derew in. Îdia ji ku derdikevin em nizanim. Babacan beşdarî civîna amadehiyê ya MGKyê bû. Tiştekî wisa tuneye. Em îdia û nûçeyên der heqê Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê Erdem Başçi da jî red dikin, derew in."