HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bangî xiristiyanên hemwelatiyên Iraqê kir û ji wan xwest ku bila welêt terk nekin.
Barzanî ji bo xiristiyanên ku li Iraqê dijîn peyamek weşand û cejna wan a Noelê pîroz kir. Serokê HKIyê di peyama xwe de ji xiristiyanên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê mexdûr bûn xwest ku bila piçekê sebir bikin û wiha got: "Ew kesên ku dijminê aştî û bi hev re jiyîna me ne, naxwazin hûn li vî welatî bimînin. Ey xwîşk û birayên min ên ezîz, wê fikra xwe ya ji welêt çûyînê terk bikin. Mayîna we ya li Iraqê dê armanca terorîstan di nav dilê wan de bihêle."
Barzanî bal kişand ser cejnên olî yên xiristiyanan û destnîşan kir ku dema ew dixwazin cejnên xwe pîroz bikin rastî "êrîşên hov" tên û got ku xiristiyan û nijadên din gelên eslî yên Iraqê ne.
Di peyama xwe de Barzanî diyar kir ku herêmên aîdê xiristiyanan ku niha di destê DÎŞIyê de ne di demeke kurt de dê bên rizgarkirin û wiha pê de çû: "Ez wisa hêvî dikim ku xwîşk û birayên me yên xiristiyan di demeke kurt de bi awayekî serbilind ji tundî û terorê dûr, di nav xêr û xweşiyê de bijîn."