ÎSTANBÛL
Di fezlekeya ku di çarçoveya jêpirsîna "Rêxistina paralel" de hat amadekirin de Fetullah Gulen wek gumanbarê "firarê" yê yekemîn cih digire.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ji ber îdiaya "Di jêpirsîna li ser koma Tahşiyeyê de bêrêtî hatiye kirin" fezleke amade kir û pêşkêşî dozgeriyê kir. Di fezlekeyê de Fetullah Gulen wek gumanbarê firarî yê herî ewil xuya dike.
Şaxa Sûcên Birêxistin û Terorî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber sûcên "bi armanca bidestxistina dewletê rêxistin ava kirin, rêbazên gefxwarinê, çavtirsandinê û bizdandinê bi kar anîn, di ewraqan de sextekarî kirin, heq û azadiyên kesan binpê kirin" amade kir.
Hûrgiliyên fezlekeya ku ji 439 rûpelan pêk tê û di çarçoveya jêpirsînê de Hîdayet Karaca jî di nav de 4 kes girtî bi tevahî 37 kes hatin darizandin, derket holê.
Di çarçoveya fezlekeya jêpirsîna Serokê Koma Weşanên Samanyoluyê Hîdayet Karaca, Tûfan Erguder, Ertan Erçikti û Mûstafa Kiliçaslan hatin girtin de Fetullah Gulen jî wek gumanbarê "firarê" yê yekemîn cih digire.