Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê, Sabra destnîşan kir ku ji destpêka şer heta niha Barzanî piştgirî daye şoreşa Sûriyeyê û deriyên Kurdistanê ji penaberên sûrî re vekiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sabra got ji ber vê ez ji Barzanî û li gelê herêmê re sipas dikim. Sabra di hevdîtinê de behsa êşkenceyên hêzên rejimê kir.
Barzanî jî behsa tevgera xwe ya li hember şer kir û diyar kir ku ew hêvî dikin ku şer bi dawî bibe.
- Gelê ku herî baş rewşa gelê Sûriyeyê bizanibe gelê Kurdistanê ye.
Barzanî got ku gelê Kurdistanê zilmeke mezin dîtine û loma dikare baş rewşa gelê Sûriyeyê fêm bike û diyar kir ku alîkariya penaberan tevgereke mirovî ye.
Barzanî diyar kir ku di rejima Beşar Esed de mafên kurdên li Sûriyeyê nehatiye dayîn û nûnerên muxalefeta Sûriyeyê re got ku mafên kurdan biparêzin.