Elif Orhan
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) şermezar kir.
Di peyama Barzanî ya ku ji malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn de wiha hat gotin: "Hewl dan ku îradeya gel, prensîbên demokrasiyê û siyaseta hilbijartina demokratîk bi çek û derbeyê hilweşînin û em vê yekê şermezar dikin. Ji ber ku şîdet û çek dijî mantiqa demokrasiyê ye. Aştî û îstiqrarê ji holê radike."
Barzanî diyar kir ku li Tirkiyeyê gel hikûmeta meşrû ya ku bi hilbijartinê hat ser peywirê parast û ji ber vê yekê jî kêfxweş in û wiha axivî: "Ji ber ku derbexwaz bi ser neketin em kêfxweş in. Herêma Kurdistan piştgirî dide aştî û îstiqrara li herêmê ji ber ku tenê ev her du dikarin xizmetê gelê herêmê bikin."