Elif Orhan
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Biryara ji bo ku hin rayeyên Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dewrê hikûmet, Parlemento û Konseya Edaletê bikin bi dengdayîna ku hat kirin bi pirdengî hat qebûlkirin.
Parlementerê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Aydin Maruf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi pirdengî hat qebûlkirin ku rayeyên Barzaniyê ku maweya serokatiya wî temam bû dewrî hikûmet, Parlemento û Konseya Edaletê bê kirin.
Maruf her wiha got ku di Parlementoyê de biryar hat dayîn ku Saziya Dîwana Serokatiyê ya HKIyê jî bê fesxkirin.
Mesûd Barzanî di nameya ku îro ji Parlementoyê re şandibû de dabû zanîn ku "dê berdewamê peywira serokartiyê ya ku dê di 1ê sermawezê de biqede neke û dirêjkirina maweya wê jî qebûl nake."