LONDRA
Hat ragihandin ku hevjîna Dukê Cambridge William a bi navê Kate, girtin kontrola welidînê.
Daxuyaniyek li Qesra Kensîngtonê hat kirin û diyar kirin ku Kateyê serê sibehê zû anîn nexweşxaneya St. Mary'sa ku li Londrayê ye û hêj ji welidînê re maye. Di daxuyaniyê de dan zanîn ku mêrê wê Dukê Cambridgê William jî pê re hatiye nexweşxaneyê.
Zayenda bebika ku dê bibe mîratgirê sêyemîn ê qraliyeta Îngilistanê nayê zanîn. Tê gotin ku dê qraliyet zayenda bebikê li gor edetan aşkere bike. Li gor edetê piştî jidayîkbûnê zayend û giraniya bebikê dê li ser kaxizê nîşandeka Qesra Buckinghamê bê nivîsîn. Wezîfedarên qraliyetê dê vî kaxizî bidin wesayîta li ber nexweşxaneyê û qaxiz bişînin qesrê. Piştî ku qaxiz bigihêje qesrê û Qralîçeyê der barê welidînê de agahdar bikin dê zayenda bebikê bi raya giştî re bê parvekirin. Ji bilî vî kaxizî dê li ser derê Qesra Buckinghamê îlana jidayîkbûnê bê daliqandin.