Salih Bilici
13 Mijdar 2026•Rojanekirin: 13 Mijdar 2026
Di çarçoveya xebatên ku li gor senaryayoyên rewşên awarte yên pîst nikarin bên bikaranîn, tên kirin da SÎHAyên AKINCI û Bayraktar TB2 li Rêbeja Manîsa-Balikesîrê bi awayekî serkeftî danîn û rabûn.
Bi çalakiya ku bi kordînasyona Wezareta Parastina Neteweyî, Midûriya Giştî ya Rêbejan û Baykarê hat kirin da şiyana platformên neteweyî ya bêyî bikaranîna pîstan bicîanîna peywirê hat nîşandan.
- Ji baregehên cuda rabûn û li rêbejê danîn
Di çarçoveya tetbîqata ku di 12ê sermawezê hat kirin da sê wesayîtên asîmanî yên neteweyî ji baregehên cuda bi hewa ketin û li heman cihê danîn. Bayraktar TB2yeke ku Baykar di fealiyetên perwerde û testê da bi kar tîne û ji Keşanê rabê, AKINCIyeke ku ji Çorluyê rabû û Bayraktar TB2yeke din a di enwantera Fermandariya Hêzên Bejayê da ya ji Îzmirê rabû bi serkeftî li Rêbeja Manîsa-Balikesîrê danîn û rabûn.