Misrê bendên agirbesta mayînde ya di navbera Îsraîl û Filistînê de eşkere kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Misrê de wiha hat gotin: "Misir ji bo ku zêde merivên mesûm nemirin û xûn nerije, ji bo agirbesteke berfireh bangî Îsraîl û Filistinê kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku agirbesta mayîn de li ser bendên "Bila deriyên sînor ên di navbera Xeze û Îsraîlê de vebin, bila destûr bê dayîn ku melzemeyên alîkariyê biçin Xezeyê, bila qada nêçîra di behrê de derkeve 6 mîlan û di mijarên din de muzakereyên nerasterast bidomin" pêk hat.
Bi navbeynkariya Misrê li Qahireyê hevdîtinên agirbestê hatin kirin û di navbera Îsraîl û Filistinê de agirbesta mayîn de pêk hat û do êvarê di saet 19.00an agirbest dest pê kir.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tîrmehê de da despêkirin û 51 rojan dom kir de 2 hezar û 143 filistînî mirin û 10 hezar û 918 kes jî birîndar bûn.