Harfê di civîna çapemeniyê ya rojane de da zanîn ku di mijarên der barê polêsên herêmî de ew rayedar nîne, lê belê DYA gelek girêdayî rêgeza azadiya çapemeniyê ye.
Harf li ser pirsa 'dema Şaşmaz bi destê polêsan hat binçavkirin bi kuştinê ew tehdît kirin' got ku "Ez di vê mijarê de berê we didim rayedarên herêmî."
Harf li ser nirxandina 'DYA di mijara binçavkirina rojnameyan de Tirkiye jî di nav de welatên din bi awayekî cidî rexne dike lê belê li hember polêsên xwe bêdeng dimîne' wiha axivî: "Ev wek we nafikirim. (Serokê DYAyê Barack Obama) û wezîrê me yê edaletê (Erîc Holder) di mijara bûyerên li Fergûsonê bêdeng neman. Wezîrê Edaletê îro wir e. Ez bi tu awayî beşdarî fikra we ya ku dibêje DYA durûtiyê dike nabim. Ev ne tiştên wisa ne ku mirov bide ber hev. Li DYAyê kengî pirsgirêk çêbin, em van rast dikin û van jî bi awayekî eşkere û durust dikin. Tirkiye jî di nav de em bangî welatên din dikin ku bila ew jî heman tiştê bikin. Heke ew vê yekê nekin jî em dê di van mijaran de dengê xwe bilind bikin."
Harfê got ku wek hikûmet der barê bûyerên li Fergûsonê bi awayekî eşkere axivîn, di çapemeniyê de di vê mijarê de diyalogên wan ên eşkere hene. Harfê bi bîr xist ku Obama daxuyanî da û got ku divê rojnamevan bikaribin karê xwe bikin û her wiha rayedarên hikûmetê jî li ber raya giştî daxuyanî dan ku divê rojnamevanên ku karê xwe dikin, neyên binçavkirin.
Rojnamevanekî pirsa "Li vir rojnameger ê ku hevalê wan hevalaneye hatiye binçavkirin. Çima hûn jî wek bersiv nabêjin ku tiştên ku bi serê hevalê we hatiye tişteke xirab e?" kir. Harfê li ser vê pirsê got ku rast nîne ez di vê pozîsyonê de der barê mijarên navxweyî de şîroveyê bikim.