Emrah Yorûlmazê fotonûçegihanê AAyê yê ku li Hewlêrê peywirdar e û Orhan Çîçekê fotonûçegihanê AAyê yê ku li Gazîentabê peywirdar e wêneyên êzdiyên ku ji ber zilma DÎŞIyê direvin û êzdiyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê kişandin. Ev wêne di The Independenta ku yek ji rojnameyên herî girîng ên DYAyê ye di hefteyekê de cara duyem bûn manşet.
Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel diyar kir ku rêjeya belavbûna wêneyên Anadolu Agencyê ya li navneteweyî di van du salên dawîn de gelek pêş ketin û wiha axivî: "Ev serkeftineke du alî ye. Ji aliyekê ve fotonûçegihanên me li herêmên pevçûnê yên cihanê yên herî dijwar karên girîng derdixînin, bi taybetî li Rojhilata Navîn û herêmên Afrîkayê xwe bi temamî dane qeûlkirin. Ji aliyê din ve ji bo wêne û dîmenên me di çarçoveya global de toreke gelek xurt a belavkirinê hat avakirin û ev her ku diçe tê berfirehkirin."
AA bi peymanên ku bi ajansên wêneyan ên sereke yên wekî AFP Imageforum, DPA, Scanpix, Contacto, VI Images re çêkir, tora xwe ya belavkirinê zêde kir. AAyê bi peymana ku di sala 2013an de bi Getty Images re îmze kir, karî ku wêneyên xwe ragihîne hemû çapemeniya cîhanê.