Dildar Baykan Atalay
06 Gulan 2022•Rojanekirin: 06 Gulan 2022
Hat ragihandin ku Berdevkê Qesra Spî Jen Psakî 13ê gulanê destê xwe ji kar dikişîne û Karine Jean-Pierre li şûna wî hatiye tayinkirin.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat destnîşankirin ku Psakî dê 13ê gulanê destê xwe ji kar bikişîne.
Serokê DYAyê Joe Biden jî di daxuyaniya xwe de gotibû "Ez bi ragihandina wê yekê şanaz im ku dê Karine Jean-Pierre bibe berdevkê Qesra Spî."