Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden der heqê axaftina xwe ya li Zanîngeha Harwardê de wiha got: "Min ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lêborîn nexwest."
Meha borî Tirkiyeyê ji ber axaftina Bîden a li Zanîngeha Harwardê bertek nîşan dabû û li ser vê Bîden bi têlefonê li Serokomar Erdogan geriyabû.
Qesra Sipî jî di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: "Bîden ji ber gotinên xwe yên ku dibêje Tirkiye û hevalbendên herêmê bi zanatî dixwazin li Sûriyeyê DÎŞI mezin bibe û piştgiriyê didin DÎŞIyê, lêborînê dixwaze."