BÎNGOL
Celal Ayranciyê bernamzadê Bîngolê yê AK Partiyê ku tê îdiakirin li Enqereyê di odeya otêlekê de xwe kuştiye hat veşartin.
Cinazeyê Ayranci bi balafirê ji Enqereyê anîn Bîngolê û nimêja cinaze li mizgefta Selahaddîn Eyyubî hat kirin. Piştî nimêjê cinazeyê Ayranci li Goristana Bîngolê ya Bajêr hat veşartin.
Walî Yavuz Selîm Koşger, Parlamenterê Bîngolê yê AK Partiyê Eşref Taş, Waliyê Kahramanmaraşê Mustafa Hakan Guvençer, Waliyê Orduyê Îrfan Balkanlioglu, Şaredarê Bîngolê Yucel Barakkazî û gelek welatî beşdarî merasima cinaze bûn.