KILÎS
DAEŞa rêxistina terorê li bakurê Helebê bi wesaîtên bombebarkirî êrîşî du baregehên Eniya Şamê (Cephetu'ş Şamiyye) kir û ji birîndarên vê êrîşê 7 kes anîn Kilîsê.
Hat ragihandin ku DAEŞê li Azeza navçeya Helebê bi wesaîtên bombebarkirî êrîş birin ser Eniya Şamê ku nêzî navçeya Horan Klîs û Mariyê ye. Di êrîşan de 38 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.
7 birîndar derbasî Tirkiyeyê kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
4 birîndarên ku rewşa wan giran in, sewqî nexweşxaneyên Gazîantepê (Dîlok) kirin.
Li ser îhtimala ku hejmara birîndaran zêde bibin, gelek ambulans sewqî Midûriya Gumrikê ya Oncupinarê kirin.