Abdullah Tel
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Huseyîn Muftuoglu der barê hewla referanduma rêveberiya xwesar a Qatalonya ya li rojhilatê Spanyayê da got: "Em li hemberî yekîtiya axa Spanyayê rêzê esas digirin."
Muftuoglu pirsa der barê rerefanduma rêveberiya xweser Qatalonyayê da ku ya ji hêla Spanyayê va dereqanûnî hat îlankirin bersivand.
Balyoz Huseyîn Muftuoglu destnîşan kir ku ew geşedanên referandumê ji nêz va dişopînin û wiha pê da çû: "Em li hemberî yekîtiya axa Spanyayê rêzê esas digirin. Di vê pêvajoyê da li gor qanûnên Spanyayê tevgerîn û ji tevgerên bibin sedema bûyerên tundiyê dûr sekînin muhim e."
Muftuoglu diyar kir ku baweriya wan ew e Spanyaya ji demên berê va bi Tirkiyeyê ra xwedî têkîliye wê vê rewşa awarte bi helwesteke demokratîk hel bike.