Önder Beyter
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) destnîşan kir ku referandûma serxwebûnê ya ku duhê li Katalonyayê hat kirin, li gorî Destûra Spanyayê ne qanûnî ye û yekîtiyê herwiha tundiya polêsan a ku bû sedema birîndarbûna bi sedan kesî jî şermezar nekir.
Di daxuyaniya Komîsyona YEyê da hat destnîşankirin ku çawa Serok Jean-Claude Juncker jî îfade kir, mijar, meseleyeke navxweyî ye ku divê di çarçoveya pergala destûra Spanyayê da bê nirxandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li Katalonyayê dengdayîna duhê, li gorî Destûra Spanyayê ne qanûnî bû."
Herwisa di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku hizr û helwesta qanûnîbûnê li aliyekî, komîsyon di wê baweriyê da ye ku îro roj ne wextê perçebûnê, lê wextê yekîtî û îstiqrarê ye û wiha hat gotin, "Em bangî hemû layenan dikin ku bi lez û bez dev ji aloziyê berdin, têkevin diyalogê. Şiddet bi tu awayî di siyasetê da nabe amûr."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku baweriya komîsyonê bi Serokwezîr Mariano Rajoy heye ku wê vê pêvajoya dijwar li ser esasê Destûra Spanyayê bi rê va bibe û rêzê nîşanî mafên sereke yên welatiyan bide. Di daxuyaniyê da der barê şermezarkirina tundiya polêsan da tiştek nehat gotin.
Di referandûma ku ji layê Dadgeha Destûra Spanyayê ne qanûnî hat ragihandin da hêzên ewlekariya Spanyayê bi awayekî tund midaxale kiribûn, di bûyeran da 844 kes birîndar bibûn, 3 kes jî hatibûn binçavkirin.