16 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ANKARA
Aslan Aslanovê Midûrê Giştî yê Azertaca ajansa nûçeyan a fermî a Azerbaycanê ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê de mirin ji Şenol Kazanciyê Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê re peyama sersaxiyê şand.
Aslanov di peyama xwe de got ku ji ber êrîşa terorê ya ku di 13ê adarê de li Enqereyê qewimî gelekî xemgîn e û ev gotin:
"Birayê min ê hêja Şenol Kazanci, ji ber ku roja yekşemê li navenda Enqereyê li Kizilayê êrîşa terorê ya xaîn hat kirin û di encama êrîşê de gelek birayên me mirin û bi dehan kes birîndar bûn hê jî gelekî xemgîn in. Ez li ser navê xwe û navê xebatkarên Azertacê sersaxıyö didim malbatên birayên xwe yên ku di vê êrîşa menfûr a ku bi qeleşî hat kirin û em gelekî xemgîn kirin de mirin û gelê Tirkiyeyê. Em ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin.
Wekî ku Serokomarê welatên me yên ku birayê hev in Birêz Îlham Aliyev û Birêz Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya ku duh li Enqereyê hat kirin de gotin, li ser rûyê dinyayê tu welatên ku bi qasî Tirkiye û Azerbaycanê girêdayî hev in, tune. Mezinên me di rojên dijwar de destê biratiyê dirêjî hev kirin û em jî ji vê kevneşopiyê derketin rê û ez cardin dixwazim diyar bikim ku di vê heyama trajîk de em ligel gelê Tirkiyeyê di nav piştevaniyeke mezin de ne."