16 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê ji ber 28emîn salvegera qetlîama Helebçeyê merasimên bîranînê hatin kirin.
Ji bo hezaran kesê ku di 16ê adara 1988an de di encama êrîşa ku bi telîmata Sedam Huseyînê Serokomarê Iraqê yê heyamê hatin kuştin de li Helebçe, Hewlêr, Silêymanî û Dihokê ji bo rêzgirtinê di saet 11.00an de sekinîn.
Di van kêliyan de trafîk jî rawestiya û welatî ji wesayîtên xwe peya bûn û dia kirin. Kesên li mal û kargehên xwe jî daketin kolanan û qurbaniyên Helebçeyê bi bîr anîn.
- Li Şehîdiya Helebçeyê bibîranîn
Wekî her sal îsal jî navenda çalakiyên bîranînê bajarê Helebçeyê bû. Bi hezaran kes ji qada bajêr heta ber bi "Bîrdariya Şehîdiyê" meşiyan. Wir ji bo kesên ku di êrîşê de can dan Qur'ana pîroz hat xwendin, eqrebayên kesên ku 28 sal beriya niha di êrîşa kimyewî de mirin li gora bîrdariyê giriyan.
- Li Hewlêrê sekna rêzgirtinê
Li Hewlêrê jî welatî li qada ber bazara Niştimanê civiyan û sekna rêzgirtinê kirin û qurbaniyên Helebçeyê bi bîr anîn. Parlementerên Herêma Kurdistanê jî li ber parlementoyê ji bo rêzgirtinê sekinîn.
Cafer Emînkiyê arîkarê Serokê Parlementoyê yê Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Îro digel kurdan ji bo hemû gelan rojeke nebaş û reş e. Divê em ji bîr nekin ku em dîsa bi heman tehdîdan re jî rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re tevbigerin û DAEŞa rêxistina terorê ji holê rakin."
- Qetlîama Helebçeyê çi ye?
Qetlîama Helebçeyê wekî merhaleya dawîn a Herekata Enfalê ya ku Sedam Huseyînê Serokomarê Iraqê di heyama Şerê Îran-Iraqê de dijî kurdan da destpêkirin e. Sedam Huseyîn telîmat da ku gelê Helebçeyê yê ku bi di şer de piştgirî daye Îranê sûcdar dikir, bê bombebarankirin. Li ser vê yekê balafirên artêşa Iraqê di 16ê adara 1988an de ji ser asîmana Helebçeyê bombeyên gaza kimyewî barandin ser gelê Helebçeyê. Di êrîşê de bi qasî 5 hezarî kes mirin, ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bibûn.