Önder Beyter
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê xwebexşê Heyva Sor Cevdet Gunê 42 salî ji bo 87 malbatên hewcedar û her wiha kal û pîrên ku pabendî bangewaziya "Li malê bimîne" ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da dibin û dernakevin derva, her roj xwarina germ dibe.
Ji ber ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da konên fitarê nayên vegirtin û organîzasyonên komî hatin betalkirin, ekîbên Heyva Sor xwarina germ dibin ber deriyê kesên hewcedar.
Şaxa Erdîşê ya Heyva Sor a Tirk ji bo ku hesta menewî ya remezanê ku meha alîkarî û parvekirinê ye bidin hestkirin, her roj xebatên xwe didomînin û xwarina germ ji bo malbatên hewcedar û kesên ji ser 65 saliyê ra dibin.
- Nameyên hestiyar dixin firaqên seferê
3 cure xwarina ku bi destê aşpêjan tê çêkirin û bêyî ku destê kesî lê bikeve tên pakêtkirin, piştî ku ji kontrola endazyarên xurek derbas dibe, bi destê Cevdet Gun ji bo 87 malbatan tê veguhestin.
Gunê bavê 3 zarokan ku bi salan e wekî xwebexş xizmetê dide şaxa Heyva Sor, her roj dide kaş û hevrazan û xwarina germ dibe dide malbatan û beramberî vê jî jê ra dia tê kirin.
Serokê Şaxa Erdîşê ya Heyva Sor a Tirk Kurbanî Ozdaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li aşxaneyê rojane xwarina 3 hezar û 500 kesî tê çêkirin û herwiha ji bo kes û malbatên hewcedar tê şandin.
- "Ez gelekî hestiyar dibim"
Xwebexşê Heyva Sor Gun jî diyar kir ku ew gelekî bextewar e ku ew di meha remezanê da destê alîkariyê dide welatiyan.
Gun destnîşan kir ku ev qedera du salan e ew wekî xwebexş xizmetê dike û wiha got, "Ez xwarina fitarê ya malbatan heya ber deriyê wan dibim. Ez rojek şûnda jî radihêjim firaqên vala ên seferê. Carinan ji firaqên vala ên seferê nameyên hestiyar derdikevin. Welatî di nameyên xwe da dia dikin. Ez gelekî hestiyar dibim."
Welatiyeke ku di nameyê da diyar kir ku navê wê Gul e, bal kişand ku ew ligel 5 zarokên xwe di kirê da dijî û dewletê ew tenê nehiştin û xwedî li wan derket.
Welatî Ayhan Goral jî wiha axivî, "Kekê Cevdet di şilî û şilopeyan da jî xwarina me timî tîne. Gelek heqê wî li ser me heye, pir cefayê dibîne. Xwedê jê razî be."