Heyva Sor a Tirkan alîkariya xida, av û betaniyê da mexdûrên erdhejê yên nepalî.
Li Nepalê piştî erdheja ku lerza wê 7,9 bû, gelek gundên quntara Çiyayên Hîmalayayê xirab bûn, ekîba Heyva Sor a Tirkan çû herêmê û alîkarî da mexdûrên erdhejê.
Heyva Sor çû gundê Sîmjunga ku 12 saet dûrî paytext Katmanduyê ye û li gundiyan alîkarî belav kir. Heyva Sor li şêniyên herêmê 400 betanî, 350 kasik ava yeklîtreyî û 310 qolî xida belav kir.
Serokê Delegasyona Nepalê ya Heyva Sor a Tirkan Mucahît Salih Duran der barê alîkariya ku hat belavkirin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 24 saet piştî erdhejê gihîştin paytext Katmanduyê û wan dest bi alîkariyê kir.
Ji bilî vê Heyva Sor li navçeya Bakthapûrê jî 56 qeremêtre kon vegirt. Bakthapûr jî ji derên ku herî zêde lê hilweşîn çêbûye ye û 20 kîlomêtre dûrî Katmandûyê ye. Heyva Sor bi vê va li herêmê 5 kon vegirt.