AGRI
Li Eleşgira navçeya Agiriyê xwediyên erebeyên hespan bi betanî û merşan hespên xwe ji sermayê diparêzin.
Fesîh Kayayê ku li navçeyê dixebite daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ew her roj bi erebeya xwe ya hespan ve demên sibê ji gund tê navçeyê.
Kaya got ku ji bo heywanên wî serma negirin ew bi betaniyan dipareze û wiha dewam kir: "Ev çend sal e ez bi vî karê jiyana xwe dewam dikim. Min 7 zarok hene û ez mecbir im bixebitim. Bi vî hespî ez nanê xwe qezenc dikim û ez ji ber vê yekê wek çavê xwe hespê xwe dinêrim."