RAKKA
Endamê konseya herêmî yê berê yê Tel Abyadê ya muxalefeta Sûriyeyê Ehmed el-Hac Salih daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ku îxlalên der barê gelê herêmê de ji 13ê hezîranê pê ve dest pê kirin û got ku "Hêzên YPGyê li başûrê Tel Abyadê şêniyên gundê Zahleyê ji axa wan dersînor kir. Nêzî 500î kes ji axa xwe hatin derxistin."
Hac Salih da zanîn ku piştî bûyerên navborî bi hêzên YPGyê re hevdîtin hatin kirin û ji wan soza dê car din îxlal neyên dubarekirin girtin û wiha axivî: "Em li bendê bûn dawî li îxlalên der barê gelê herêmê de bên, lê dema ku me bihîst ku hêzên YPGyê ketine gundê Kura Şerefê lu rojavayê Tel Abyadê em mat man. Nêzî hezarî niştecihên gund hatin tehcîrkirin û eşyayên wan hatin talankirin."
Hac Salih got ku hêzên YPGyê heman rojê gihaştin gundên Medlec, et-Tattibe û Cahcahê û wiha axivî:
"Şêniyên gund ji malên xwe hatin derxistin û wan mecbûr hiştin ku biçin herêmên di bin kontrola DAEŞê de. Hat gotin heke li dijî emrê wan derkevin dê bên girtin. Bi qasî 2 hezarî gundî mecbûr man ku biçin sînora Tirkiyeyê. Hêzên YPGyê li herêma Tel Abyadê bi hezaran ereb û tirkmenî ji gundên wan derxistin."
Hac Salih îdia kir ku îhlal bi piştgiriya balafirên koalîsyonê tên kirin û wiha axivî: "Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku bila hêzên YPGyê bên darizandin, bila destûra vegerê bidin şêniyên herêmê yên ku ji malên xwe hatin derxistin û zirarên wan bên tazmînkirin."