WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastina DYAyê Steve Warren der barê nûçeyên ku îdia dikin hêzên YPGyê yên girêdayî PYDyê yên ku piştgiriya êrîşa asîmanî ya koalîsyona di serkêşiya DYAyê de stendin, li rojhilatê bakurê Sûriyeyê tirkmen û ereban ji cih û warên wan derdixin de wiha got: "Heke ku rast be, bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Warren di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsekê got ku wan nûçeyên der barê mijarê de dîtin û mijarê dişopînin. Berdevk Warren wiha got: "Heke ku rast be, bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Li ser pirsa sedema zêdebûna êrîşên hewayî yên dawîn ên li ser Tel Ebyadê jî Warren destnîşan kir ku êrîşên hewayî li ser xeta pêşveçûnê ya hêzên li sehayê tên birêvebirin.
Ji bo pirsa, "Operasyona Tel Ebyadê gelo perçeyek ji stratejiya qûtkirina rêya li ber DAEŞê ye" Warren wiha bersiv da: "Belê, teqez."
Warren diyar kir ku bidestxistina bajêr dê di warê astengkirina çûyîna şervanên biyanî de bibe pêngaveke girîng û wiha pê de çû: "Şervanên biyanî hin rêyên din jî bi kar tînin. Lêbelê evê li ser kapasîteya dujmin a komkirina milîtanan de şikestineke mezin çêbike."
Hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de di 15 rojên dawîn de li herêma Reqqa, Heseke û Kobanê zêdetirî 90 êrîşên asîmanî pêk anîn.
Piştî ku hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de êrîşên asîmanî biribûn ser herêmê, sûriyeyiyan xwe spartibûn Tirkiyeyê û li ser vê jî komên kurdan ketibûn Tel Ebyadê û kontrola bajêr kiribûn destê xwe. Hatibû daxuyandin ku di nava 15 rojên dawîn de ji zêdetirî 20 hezar sûriyeyî ji ber pevçûnan xwe spartin Tirkiyeyê. Komên muxalif ên sûriyeyî jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya hevpar a di 15ê hezîranê de wiha destnîşan kiribûn: "Hêzên YPGyê yên girêdayî PYDyê yên ku piştgiriya êrîşa asîmanî ya koalîsyona di serkêşiya DYAyê de stendin, li herêma rojavayê Hesekeyê û li herêma Tel Ebyada Reqqayê paqijiya nijadî û mezhebî dikin û ji ber êrîşan xelq neçar ma ku cih û warên xwe biterikînin."