24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA
Hevdîtinên di navbera rayedarên Wezareta Edaletê û heyeta ku ji DYAyê hat ên ku der heqê Fethullah Gulenê Serokê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) hatin kirin, hatin temamkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin hevdîtinên ku di navbera heyeta ku ji bo îadekirina Gulenê serokê FETO ji DYAyê hat û ji Wezareta Edaletê 3, ji Wezareta Karên Derve kesekî pêk tê û rayedarên Wezareta Edaletê de duh destpêkirin xilas bûn.
Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 4 dosyeyên îadeyê yên ku berê ji aliyê burokrat û pisporên Wezareta Edaletê ve ji rayedarên DYAyê re hatibû şandin de agahî hatin dayîn. Delîlên girîng ên der heqê ku teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê di bin emîr û fermandariya Fethullah Gulen de hatiye kirin jî bi heyeta DYAyê re hatin parvekirin.
- Ji heteya DYAyê re pêşkêşiya FETOyê
Di rûniştina dawîn a îro ya hevdîtinên bi heyeta DYAyê re de Serdozgerê Komarê yê Anadoluyê yê Stenbolê Fehmî Tosun, Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Îzmirê Okan Bato, Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê Omer Faruk Aydiner der heqê FETO de pêşkêşiyên cur bi cur kirin.
Serdozgerê Komarê yê Anadoluyê yê Stenbolê Tosun ji heyeta DYAyê re qala rêxistina malî ya FETO kir û der heqê delîlên ku der heqê rêxistina navborî de hatin bidestxistin agahî parve kirin.
Hevdîtinên ku rayedarên DYAyê û tirk di mijara "îade"yê de hatin bal hev roja ewil 9 saet, roja duyemîn jî 8 saet berdewam kirin.
Rayedarên Wezareta Edaletê dan zanîn ku hevdîtin "erênî" derbas bûn.