Kontrola navenda navçeya Cerablûsê ya di bin kontrola DAEŞê de ya li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê ket destê Artêşa Sûriyeya Azad. Di dema herekatê de ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê tu kes nemir, di pevçûnan de mensûbekî ASAyê mir.
24 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Kontrola navenda navçeya Cerablûsê ya di bin kontrola DAEŞê de ya li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê ket destê Artêşa Sûriyeya Azad. Di dema herekatê de ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê tu kes nemir, di pevçûnan de mensûbekî ASAyê mir.
Di operasyona Mertela Feratê ya ku ji aliyê Hêza Peywirê ya Taybet a Mişterek a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Asîmanî yên Hevpeymaniyê ve li herêma Cerablûsê ya li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê dijî DAEŞa rêxistina terorê dan destpêkirin de Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kontrola navenda navçeyê bi dest xist.